Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 52 kesên din bi Corona ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 52 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.

Desteyê diyar kir ku kesên pêketî

5 li Qamişlo,17 li Hesekê,1 li Amûdê, 3 li Reqa,16 li Dêrik, 5 li Girkê Legê, 3 li Dirbêsiyê, 1 li Til Koçer û 1 jî li Rimêlanê ne.

Desteyê her wiha eşkere kir ku 3 zilam ji bajarên Hesekê, Qamişlo û Terbêsbiyê jiyana xwe ji dest da û 8 kesên din ji vîrûsê baş bûne.

Bi van daneyên dawî re, jimara pêketiyan li herêmê dibe hezar û 670 kes, ji wan 67 kes jiyana xwe ji dest daye û 437 kes jî ji vîrûsê baş bûne.

Back to top button