Hevserokê Desteya Şaredariyan: Em ê hewl bidin hemû projeyên 2020’an berî Zivistanê bi dawî bikin

Ev demek e şaredariyên gel ji bo başkirina xabatên xizmetguzariyê ketine nava tevgerê. Hevserokê Desteya Şaradariyan Silêman Ereb ji televîzyona me re axivî û diyar kir ku ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê kar hatibû derengxistin, lê ew ê hewl bidin beriya Zivistanê hemû projeyên xwe yên 2020’an temam bikin.

Ji ber ku li gelek tax û kolanan nema tê meşandin, ev demek e şaredariyên gel di nava lev û tevgerê de ne.

Şaredariyan heta niha rêjeyeke projeya qîrkirina rêyên herêmê bi dawî kiriye.

Hevserokê Desteya Şaredariyan Silêman Ereb der barê mijarê de ji televîzyona me Ronahî TV re axivî.

Ereb destnîşan kir ku wan heta niha ji sedî 25 ji rêya Amûdê-Hesekê qîr kiriye û gelek rêyên din ên Qamişlo û Heseke jî hatine qîrkirin.

Têkildarî gemara Rodko, Ereb eşkere kir ku wan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, nîqaş kiriye û dê li ser 3 qonaxan pêk were.

Ji bo pirsgirêka avê jî. Silêman Ereb ev tişt anî zimên:

Hevserokê Desteya Şaredariyan Silêman Ereb piştrast kir ku ew ê bi hemû derfetên di destên wan de û beriya hatina Zivistanê hewl bidin ku projeyên xwe bi dawî bikin.

Back to top button