Li Qersê hevşaredar Şevîn Alaca û gelek kesên din hatin binçavkirin

Dewleta Tirk îro hevşaredar Şevîn Alaca û Hevserokê Bajêr Cengîz Anli û gelek kesên din binçav kirin.

Li Qersê polîsên Tirk bi hiceta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Qersê, di saetên sibê de, bi ser malên rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Şaredariya Qersê de girtin.

Di sergirtinê de, hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, hevserokê HDP’ê yê Bajêr Cengîz Anli, Alîkara Hevserokên Şaredariyê Mûazzez Çagritekîncî û 9 kesên din hatin bincavkirin.

HDP’î bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin û ew birin Miduriyeta Ewlekariyê ya Bajêr.

Hat diyarkirin jî ku der barê 19 kesan de biryara girtinê heye.

Back to top button