Çeteyên Tirkiyê êrîşî hêzên hikumeta Şamê li Sehil El-Xab kirin

Çeteyên dewleta Tirk li Sehil El-Xab êrîşî hêzên hikumeta Şamê kir.

Malpera Ogarêt Post ragihand ku çeteyan nuqteyên hêzên hikumetê li navçeya El-Meşarîh ya bakur-rojavayê Hemayê û Sehil El-Xab jî tobaran kir.

Li gorî agahiyan, li başûrê Idlibê balafireke keşfê ya Rûsyayê hate xistin.

Her wiha Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumetê îro vê sibehê topbarana xwe li gundewarên başûrê Idlibê careke din, dest pê kir.

Li aliyeke din û li gorî haman çavkaniyê, hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi tena serê xwe dewriyek li ser rêya Heleb-Laziqiyê meşand.

Back to top button