Çeteyan li Efrîn û navçeyên wê 6 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, zilm û hovîtiya dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê bê navber dewam dikin. Dagirkeran li navenda Efrînê û navçeyên wê 6 sivîlên revandin, li gundê Şêxûtika yê Mabeta jî dest datînin ser zeytûnên welatiyan.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li Efrîna dagirkirî kirinên hovane bê navber li dijî Efrîniyan didomînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku istixbarata Tirk a dagirker li gundê Qêsim yê Reco du şêniyên bi navê Ehmed Henan Dîko(50) û Hesen Şêxo revandin.

Rêxistinê diyar kir ku istixbaratê beriya bi hefteyekê li navenda Efrînê ciwanê bi navê Siyamend yê ji gundê Eyn Hecerê revand.

Di heman demê de, li gundê Tirndê yê Efrînê jî, çeteyan şêniyê bi navê Ciwan Welîd Sîdo revand.

Malpera Afrînpost jî ragihand ku 27’ê Îlona derbasbûyî, çeteyan li gundê Çê yê Reco şêniyê bi navê Mihemed Reşo revand.

Malperê da zanîn ku ji ber Reşo mewsima zeytûnê yê apê xwe berhev dikir, çeteyan ew revand.

Li navçeya Cindirêsê jî, çeteyên dewleta Tirk şêniyê bi navê Ehmed Hiso Kil revand.

Malperê da zanîn ku bi armanca standina fidyeyan çeteyan Ehmed revand.

Çete berhema zeytûnan li navçeya Mabeta didizin

Li aliyê din çeteyên dewleta Tirk dest bi dizî û talankirina mewsuma zeytûnê kirin

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên dagirkeriyaTirk hilberîna zeytûnê ya şêniyê bi navê Mihemed Seydo yê ji gundê Şêxûtika yê navçeya Mabeta, talan kir.

Hat diyarkirin ku ji ber kirinên hovane yên çeteyan, Seydo bi krîza mê jî dikeve û tenduristiya wî nebaşe.

Back to top button