Şêniyên bajarokê Girbawî yê Qamişlo daketin qadan

Di çarçoveya çalakiyên pêngava KCK’ê ya azadiyê de îro şêniyên bajarokê Girbawî yê Qamişlo daketin qadan.

Şêniyan di meşê de diyar kir ku rêber Ocalan sembola aştî û azadiyê ye û divê têkoşîna li djiî tecrîda li ser hatiye ferzkirin, mezin bibe.

Welatiyan dan zanîn ku divê gelê herêmê xwe bikin yek û li dijî êrîş û binpêkirina dewleta Tirk têkoşînê mezin bikin.

Piştî ku meş li pêşiya Şaredariya Gel veguherî mitîngê hevserokê Meclisa Girbawiyê Silêman Osman axivî.

Osman diyar kir ku divê li ser şopa şehîdan têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkeriyê bê mezin kirin.

Osman banga hevgirtin û xwedîderketina li felsefeya rêber Ocalan li gelên herêmê kir.

Back to top button