Li Wanê polîsan bi ser şîna malbata Tûrgût de girtin

Belê bînerên hêja me doh, merasîma Servet Tûrgût ku leşkerên dewleta tirk ew ji helîkopterê hatî avêtin û piştî 20 rojan wefat kirî bi were parve kir.

Merasîm di bin dopêça polîsan de pêk hatibû. Ne tenê ev vê carê polîsan bi ser şîna malbata Tûrgût de girt. Di dema serdegirtinê de, Şandeya HDP, KCD û DBP’ê bertekên zêde nîşanî zexta polîsan da.

Faşîzma AKP’ê bi êrîşên li ser civakê hovîtiya salên 90’î derbas kiriye.

Servet Tûrgût û Osman Şiban, di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê hatibûn binçavkirin û piştî 2 rojan li nexweşxaneyê derketibûn holê.

Piştre bi rapora nexweşxaneyê hatibû belgekirin ku Tûrgût û Şiban ji helîkopterê hatine avêtin.

Bavê 7 zarokan Servet Tûrgût (55), duh serê sibehê li nexweşxaneya ku lê derman dibû, doh jiyana xwe ji dest da.

Merasîma Tûrgût di bin dorpêça polîsan de pêk hatibû.

Şandeyek ji KCD, HDP û DBP’ê serdana malbata Tûrgût kirin.

Dema serdanê polisan bi ser şînê de girt û axaftin asteng kirin.

Di şandeyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî DBP’ê Saliha Aydenîz û parlamentgerên HDP’ê, hebûn.

Di serdanê de dema ku Parlamentera HDP’ê Huda Kaya xwest ji malbata Tûrgût re sersaxî bixwaze û bi axive, polisan mudaxale kir.

Polisan, diyar kir ku wê destûr nedin li şînê axaftin bên kirin.

Her wiha polisan mudaxaleyî rojnamegeran jî kir û destûr neda ku rojnameger xebata xwe bikin.

Polîs bi çek ketin cihê şînê HDP’iyan bertek nîşan da

Polîsan gef xwarin û got, ger şîn dewam bike wê dest bi binçavkirina bikin.

Li ser vê yekê di navbera polis û HDP’iyan de nîqaşên tund derketin.

Salîha Aydenîz, ji polisan re ev tişt got:

“Heke we ji mirovan re rêz bigirta hûn wiha nediketin şînê.

Hurmeta we ji olê re jî ji îslamiyetê re jî tune ye.”

Polisan jî hişyariya rakirina şînê li malbatê kirin.

Piştre HDP’î careke din li şînê rûniştin.

Back to top button