PYD’ê li Til Berak û Tirbespiyê du civînên cuda ji şêniyan re li dar xistin

PYD’ê di çarçoveya pêngava “Na ji dewleta Tirk a dagirker re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re” li Tirbespiyê û Til Berak du civînên cuda li darxistin.
Di civîna li Til Berakê de hevserokê PYD’ê Enwer Muslim axivî û anî ziman ku dewleta Tirk bi dagirkirina xaka Sûriye alizya li welat kûrtir kiriye.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) 14’ê vê mehê ji bo piştgiriya bi pêngava KCK’ê re pêngva “Na ji dewleta Tirk a dagirker re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re” ragihand.

Di vê çarçoveyê de îro PYD’ê li navçeyên Tirbespiyê û Til Berakê 2 civînên berfireh li dar xistin û rewşa siyasî û geşedanên dawîn ên li herêmê şîrove kirin.

Li Tirbespiyê civîn li Hola Roj li dar ket û tê de endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Abdulkerîm Saroxan axivî.

Saroxan diyar kir ku Rojhilata Navîn di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, ew jî pêvajoya şerê navneteweyî ye.

Ji ber vê divê gelê herêmê sûdê jê wergire û destkeftiyên şoreşê yên ku bi saya bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, biparêze.

Abdulkerîm Saroxan bal kişand ser fitneyên ku dewleta Tirk dixwaze li herêmê derxîne û got,

Pêkhateyên herêmê bi saya yekitiya xwe ev fitne têk birin û divê niha yekitiyê xurttir bikin.

Di heman çarçoveyê de li Til Berakê jî civînek li dar ket û têde hevserokê PYD’ê Enwer Muslim û bi dehan şênî û rûspiyên eşîrên navçeyê amade bûn.

Di civînê de Enwer Muslim axivî û da zanîn ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî parêzvanên azadî, aştî û wekheviyê ne.

Enwer Muslim eşkere kir ku dewleta Tirk bi dagirkirina gelek herêmên Sûriyê aloziya welat kûrtir kir.

Back to top button