Kalkan: komploya 9’ê Cotmehê êrîşa rêxistinbûyî ya sîstemê ye

9’ê Cotmehê komploya navnetewî ya li hember Rêber Ocalan wê bikeve sala 23’an.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir, komploya navneteweyî ya ku 9’ê Cotmehê dest pê kir, êrişeke rêxistinbûyî ya sîstema modernîteya kapîtalîst a global bû.
Kalkan anî ziman ku ev komplo ji bo tasfiyekirina PKK’ê, Rêbertî û hebûna azadiyê ya gelê Kurd hate kirin.

Ji bo salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Ocalan ku 9’ê Cotmeha 1998’an hatibû destpêkirin tenê 9 roj mane.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li ser mijarê ji ajansa Firatê re axivî.

Dûran Kalkan komplo weke gava herî paşverû ya dîrokê binav kir û şermezar kir.

Kalkan daxuyakirin ku hêzên hegemon ev yek bi wayekî eşkere pêk anîne û wiha got.

Komploya navneteweyî yan jî pergala sermiyana global salên 1990’î tifaqa Israîl-Ingiltere- DYE’yê ya rêveber biryar li ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an dane, plansaziya wê kirine û bi cih anîne. Jixwe alîkarên Serokê wê demê yê DYE’yê Bîll Clînton bi rengekî eşkere bi rêya çapemeniyê ev bi raya giştî re par ve kirine.

Dûran Kalkan anî ziman ku hêzên global ji bo ku kurdan û PKK’ê îmha û tasfiye bikin, rasterast îmha û tasfiyekirina Rêber Apo dane ber xwe.

Kalkan: Li dijî komployê xeta Kurdan a “Kes nikare roja me tarî bike” diyar e

Dûran Kalkan ji bo berxwedana 22 salan a li dijî komployê jî ev tişt got:

Berxwedana li hemberî komployê çi qasî xwe dispêre hêza xweser a gelê Kurd û Kurdistanê, bi demê re êdî bûye têkoşîna hemû gel, jin, ciwan, kedkar û karkeran.

Li hemberî komploya navneteweyî ya ku 22 sal in bi pêşengiya DYE tê kirin, xeta berxwedanê ya Tevgera Azadiyê û ya gelê Kurd, ev xet e.

Ev dibe xeta berxwedana fedaî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ e.

Esas û kurteya vî tiştî ev e.

Kalkan: Dixwazin qonaxa dawî ya şerê cihanê yê 3. pêk bînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan anî ziman ku şerê cihanê yê 3. ji 1990-1991’an despêkiriye girêdana vê ya bi kompolya navdewletî wiha anî ziman:

Şerê Cîhanê yê 3’emîn, 1990-91’an bi krîz û şerê kendavê dest pê kir û bûye şerekî global ê nû.

Di navber pergala sermayeya global û statukoparêziya netewe-dewletê de şerek heye.

Qonaxa pêşîn krîza kendavê û şerê wê be, qonaxa duyemîn jî bi komploya navneteweyî re dest pê kiriye.

Qonaxa dawî jî îmhakirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêber Apo ye.

Bi komploya navneteweyî re xwestin vî tiştî bikin.

Back to top button