Konferansa 2. a Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Cizîrê li Rimêlanê hat li darxistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Cizîrê konferansa xwe ya 2. li bajarokê Rimêlanê li dar xist.

Konferans bi dirûşmeya “Dem dema azadiyê ye teqez em ê bi serkevin” li navenda Aram Tîgran hat lidarxistin.

650 delegeyên ji pêkhateyên herêma Cizîrê, saziyên civaka sivîl û Hêzên Asayîşê tevli konferasnê bûn.

Di konferansê de ji endamên rêveberiya PYD’ê Garzan Mihemed axivî û li darxistina konferansê pîroz kir.

Sînevîzyoneke nirxandinên rêber Ocalan ên girêdayî rola ciwanan di civakê de jî hat pêşendan.

Piştre rapora salane ya xebatan hat xwendin.

Di dawiya konferansê meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Cizirê hat avakirin.

Back to top button