Xeta gazê ya 30 km li başûr-rojhilatê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ye, teqiya.
Li gorî agahiyên hatine girtin, kesine nenas xeta gazê ya di navbera stasyona Telca û kargeha gazê ya 30 km li başûr- rojhilatê navçeya Şedadê ye, teqandin.
Di encamê de şewat derket û ziyanên madî çêbûn.
Teqîn duh êvarî derdora saet 20:00an pêk hat.