Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê revandina 11 şêniyên Mabatayê bi tawanên ne rast belge kir
Li gorî rêxistinê, çete li beramberî berdana wan ji serê her yekî, 600 L.T dixwazin.
Navên kesên hatî revandin jî wiha ne:
Lûqman Izet Şe’ibo yê 50 salî
Sibhî Elî Mîmîş ê 60 salî
Welat Mihemed Oskîlo yê 60 salî
Arêf Reşîd Qirboz ê 75 salî
Mihemed Reşîd Qirboz ê 80 salî
Sidqî Mistefa Hembaşo yê 51 salî
Mihemed Elî Yûsêf ê 54 salî
Elî Hisên ê 57 salî
Ednan Mihemed Elî yê 60 salî
Navê kesê 10 jî nehat zanîn
Rêxistina da zanîn jî ku çeteyan 21’ê Îlonê ciwanê bi navê Mihemed Hacî Hesen ji navenda navçeya Mabatayê revand û heta niha jî çarenûsa wî nediyar e.
Istixbarata dewleta Tirk jî şêniyê bi navê Sebrî Reşîd ê 41 salî, ji gundê Remadiyê yê navçeya Cindirêsê revandiye.