Mihemed Ebas: Ji bo xendeqan, divê PDK’ê bersiva gelê Kurd bide

Sekreterê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas der barê kolandina xendeqan ji hêla PDK’ê ve, tevlî bernameya Bûyer a televiyona me bû. Ebas diyar kir ku heta niha ti rastî û biratî ji hêla PDK’ê nedîtiye û bang lê kir ku li pey dijminê Kurdan nekeve û destê alîkariyê bide birayê xwe.

Sekreterê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas tevlî bernameya Bûyer a televîzyona me Ronahî TV bû û metirisiya xwe der barê kirirên PDK’ê li ser sînorê Rojava de anî zimên.

Mihemed Ebas diyar kir ku ji dema avakirina Rêveberiya Xweser me ti rastî ji hêla hikumeta Başûr nedîtiye û têkildarî biryarên ku PDK’ê destîne jî axivî:

Mihemed Ebas piştrast kir ku siyaseta PDK’ê dimeşîne, nakeve xizmeta Kurdan û heta niha ti helwestên cidî li ser erdê neavêtine.

Ebas da zanîn ku divê PDK’ê derbarê kolandina xendeqan, bersiva gelê Kurd bide û teqez kir ku ew bi derfetên xwe yên heyî, amade ne li hember êrîşan bisekinin.

Sekreterê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas bang li Partiya Demokratî Kurdistanî kir ku li pêy dijminê Kurdan nekeve û alîkariya birayên xwe bike.

Back to top button