KNK: Pêngava” Dem Dema Azadiyê ye” pir watedar e.. em piştgiriya wê bikin

Konseya Rêveber a KNK’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir û ji bo azadiya Rêber Ocalan banga tevlîbûna li pêngava “dem dema azadiyê ye” kir. KNK’ê destnîşan kir ku divê hewldanên avakirina yekîtiya Kurdî bighêjin serî da dagirkeriya Tirk li herêmê bi dawî bibe û gavên baş bên avêtin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya civîna xwe ya 27’ê Îlona borî, bi daxuyaniyekê eşkere kir.

KNK’ê pêngava KCK’ê ya bi dirûşmeya “Dem Dema Azadiyê ye” ji vê qonaxê re pir watedare pênase kir û banga tevlîbûna kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bal kişand ser siyaseta qirker a dewleta Tirk a li dijî Kurdistanê.

KNK dibêje:

“Dewleta Tirk li dijî Kurdan şerekî giran dide meşandin, lê ew di rewşeke xerab, aloz û tengav de ye.

Planên wan, negihane armancê û di şer de wê bişkin.

Vê şikestinê, derfetek mezin li pêşiya Kurd û Kurdistaniyan vekiriye û ji bo vê em dibêjin “dem dema azadiyê ye”.

Helbet ev pêngav wê ser bikeve, pêwîst e yekrêzî û hevdengiyek neteweyî jî hebe, wî caxî bi tifaqê wê encamên baş bi dest bixe.”

KNK: Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê, divê xebatên yekîtiyê bighêjin serî

KNK’ê işaret bi yekrêziya netewî ya Kurdan kir û rewşa li Rojhilata Navîn bi helwest û berxwedana Kurdistaniyan ve girêda.

KNK’ê destnîşan kir ku her bijarte û berdêlek çereserî li herêmê, bêyî beşdariya Kurdan bi ser nakeve û ne pêkan e.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hêvî kir ku hewldanên yekrêziya Kurdî, bighêje serî da dagirkeriya Tirk bi dawî bibe û ji bo pêşketin û avakirinê pêngavên zêdetir bêne avêtin.

Back to top button