Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew û hevjîna xwe bi vîrûsa Coronayê ketine.
Bijîşkê rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku Trump û hevjîna xwe wê li Koşka Spî di bin çavdêriyê de bimînin û ji wir wê Trump karê xwe berdewam bike
Beriya derketina encama testan, Trump li ser Twitterê got:
”Ez û xanima yekemîn li benda encama testan in”.
Piştî derketina encamê jî, Trump tiwîtek nivîsî û diyar kir ku ew ê niha bikevin bin çavdêriyê.