Hêzên Ermenistanê firokeyek û droneke Azerbeycanê anîn xwarê

Hêzên Ermenistanê, firokeyek û droneke Azerbeycanê li nêzî paytexta Ermenistan Yerîvana, anîn xwarê.

Berdevka Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand ku pergala parastina asmanî ya welêt, firokeyek û droneke Azerbeycanê li bajarê Ebofiyan ku 16 KM dûrî Yerîvanê ye, anîn xwar.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîcol Başinyan diyar kir ku, 4 dronên Azerbeycanê ku li asmanê welêt digeriyan, ji aliyê hêzên parastina esmanî ve hatin xistin.

4 rojnamevan di topbarana Azerbeycanê de birîndar bûn

Hikumeta Ermenistanê jî ragihand ku di encama topbarana Azerbeycanê li ser herêma Qerebax de, 2 jê Fransî, 4 rojnamevan birîndar bûne.

Hikumeta Ermenistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku 2 rojnamevanên rojnameya ”Le Monde” a Fransî di vê topbaranê de birîndar bûne û ziyan gihîşt erebeya ajansa ”AFP” ya Fransî jî.

Back to top button