NATO: Tirkiye û Yûnanistan li ser mekanîzmeyeke leşkerî li hev kir

Piştî vekişandina wê ji sînorên deryayî yên Yûnanistanê, Tirkiye û Yûnanistan li ser mekanîzmeyeke leşkerî, ji bo rêgirtina li pêş derketina nakokiyan li derya û asmanan, li hev kir. YE jî gef li Tirkiyê xwar, ku eger ew ji sînorên Qibrisê venekşe, ew ê rasî cezayan were.

NATO’yê ragihand ku Yûnanistan û Tirkiye, li ser mekanîzmeyeke leşkerî li hev kiriye, da ku şer di navbera her du aliyan de, li rojhilatê Deryaya Spî dernekeve.

Sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg eşkere kir, ku di vê mekanîzmeyê de, xeteke pêwendiyên yekser di navbera her du aliyan de, ji bo hêsankirina çareserkirina aloziyên li derya û asman, heye.

Sroltenberg da zanîn ku ev lihevkirin, piştî rêzecivînên di navbera nûnerên leşkerî yên Yûnanistan û Tirkiyê de, li navenda NATO ya li Brukselê, pêk hat.

YE gefa cezayan li Tirkiyê dixwe eger ew dev ji şantajên xwe bernede

Li aliyekî din, rayedarên YE ku ji duh ve li Brukselê dicivin, nameyek ji Tirkiyê re şand, tê de gefa birîna cezayan li Enqereyê hat xwarin, eger ew lêgerîna xwe ya derqanûnî li ava Qibrisê bi dawî neke.

Di vê lûtkeya Ewropî de, biryar hat girtin ku di meha Kanûnê de, wê stratejiya diyalogan bi Enqereyê re were lêkolînkirin.

Serokê Meclisa Ewropî Charles Michel diyar kir ku diyaloga bi Tirkiyê re, girêdayî rawestandina şantajên wê yên yekalî ye û eger ew keştiyên xwe ji ava Qibrisê venekşîne, wê were cezakirin.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen da xuyakirin ku Ewropa, têkiliyên avaker bi Tirkiyê re dixwaze, lê eger kirinên yekalî ji aliyê Enqere ve ranewestin, hemû bijarde li pêş YE vekirîne.

Back to top button