Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Ji bo koça dawî ya Bavê Şêx peyama sersaxiyê da

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo Rêberê Olî yê Civaka Êzidî Bavê Şêx (Xerto Hacî Îsmaîl) sersaxî xwest. 

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî ji bo koça dawî ya Bavê Şêx peyama sersaxiyê da.

MXDŞ’ê di peyamê de diyar kir ku bavê Şêx, li hemberî hemû êş û jan, kareset û felaketên bi serê civaka me de hatibû, xwedî hewldana çêker bû.

Rêberê Olî “Bavê Şêx” şahê Fexredîn temsîl dikir û çavdêriya hemî mijarên têkildarî zanist û hînkirinên Êzidiyan dikir.

Jixwe tê zanîn, bavê Şêx roleke girîng di pêşwaziya jinên Êzidî yên ji DAIŞê hatibûn rizgarkirin de hebû.

Back to top button