Ewropiyan ji Tirkiyê re gef û peyamên hişk şandin

Yekîtiya Ewropa derbarê vekolandina Tirkiyê ya nerewa ji petrol û gazê re ya li ava girava Qibrisê civînek li dar xist.

Serokê komîseriya bilind a Yekîtiya Ewropa gef li Tirkiyê xwar û got:

Eger Tirkiyê wek çawa ji ava Yûnanistanê kişî, ji ava Qibrisê nekişe, wê ceza li ser Tirkiyê werin ferzkirin.

Serokê Fransa Emmanuel Macron got ku Tirkiyê çeteyan dişîne şerê li dijî Qerebaxê û divê NATO hesab jê bixwaze.

Derbarê nakokî û vekolandina Tirkiyê ya nerewa ya gaz û petrolê li ava Qibrisê, dewletên Ewropî li Burokselê civînek li dar xist.

Di civînê de serokên welatên Ewropa peyamên hişk ji Tirkiyê re şandin û gotin:

Eger Tirkiyê lêgerîna nerewa ya enerjiyê li rojhilatê deryaya spî, wê cezayan li ser wê ferz bikin.

Her wiha ji bo lêvegera li stratejiya diyalog û danûstandina bi Tirkiyê re meha kanûnê destnîşan kirin.

Serokê Meclisa Ewropî: Divê Tirkiyê wek çawa ji ava Yûnanistanê kişî ji ava qibrisê jî bikişe

Serokên Yekîtiya Ewropa teqez kirin ku çawa Tirkiyê keştiyên xwe ji ava Yûnanistanê kişandin, divê ji ava Qibrisê jî bikişîne û eger nekişîne tenê ferzkirina cezayan li pêşiya me dimîne.

Roja Yekem ji civînê heta piştî nîvê şeva Pêncşemê dewam kir.

Piştî civînê Serokê Meclisa Ewropî Şarl Mîşêl di kongreyeke çapemeniyê de got ku diyaloga li gel Tirkiyê girêdayî sekinandina karên wê yên yekalî ye.

Şarl Mîşêl diyar kir ku ew piştgiriyê didin diyaloga li ser bingeha rêzêgirtina ji nirxên Ewropî re û wiha dewam kir;

Me li ser stratejiyeke dualî bi Tirkiyê re li hev kir ku ew jî diyalog û nêzîkatiyên hişk e.

Back to top button