2’emîn Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê, 6 meh qedexeya hevdîtinê danîn ser parêzerên Rêber Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê.
Dadgeriyê li ser daxwaza dozger li Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê hevdîtina bi parêzeran re qedexe kir.
Hat hînbûn ku biryar di 23’ê îlonê de hatiye girtin.
Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an hetan 8 salan bi hincetên cuda hatibû qedexekirin û asteng kirin.
Parêzer piştî 8 salan û çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyan 2’ê Gulana 2019’an çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.
Dema bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê di 16’ê Gulana 2019’an de Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, têkildarî qedexeya hevdîtinan, diyar kiribû ku qedexe hatine rakirin û derfetên hevdîtinê hatine dayîn.
Piştre parêzer di 22’ê Gulana 12-18’ê Hezîran, 7 tebaxa 2019’an de çûbûn Îmraliyê.
Ji hevdîtna dawî heta niha parêzeran 107 caran serlêdan kirin, lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin.