Faşîzma AKP’ê dest danî ser şaredariya Qersê

Dozgeriya faşîzma AKP’ê senaryoya ku Erdogan ji bo wî avakirî pêk anî û Hevşaredarê Qersê Ayhan bîlgen jî di nav de 17 kes hatin girtin.

Piştî vê yekê jî AKP’ê yekser li cihê Bîlgen, qeyûm tayîn kir. Qeyûmê hatî tayînkirin jî weke ku bajar fetih kiriye, çû li ber şaredariyê nimêj kir.

Gel û HDP’yîyan xespkirina vîna xwe qerbûlnekirin û bertek nîşandan. Polîsên AKP’ê jî careke din êrîşî girseya gel kir.

Li dijî vîna gel faşîzma AKP’ê careke din darbeyan dike.

Wezareta Karên Navxweyî piştî girtina Hevşaredar Ayhan Bîlgen, balkêş bû ku kêliyek şûn ve qeyûm danîn ser Şaredariya Qersê.

Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî di nav de 5 endamen Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî û 2 endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr jî duh di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin û ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Wezareta Karên Navxweyî, Waliyê Qersê Turker Oksuz wek qeyûm tayînî Şaredariya Qersê kir.

Qeyûm di nava ewlekariyê de kete şaredariya Qersê

Waliyê Qersê Turker Oksuz ê vê sibehê wek qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin, dibin ewlekariyek zêde de, çû şaredariyê.

Ji ber vê ketin û derketina şaredariyê hat girtin.

Qeyûmê AKP’eyî jî weke ku bajar feteh kiribe, despêkê li ber şaredariyê nimêja Înê û dua kir.

Xelkê Qersê erkdarkirina qeyûmê şermezar kir

Gel û HDP’iyan tayînkirina qeyûm a Şaredariya Qersê şermezar kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr bi armanca ku bertek nîşanî vê bide û tayînkirina qeyûm şermezar bike xwest li ber avahiya şaredariyê daxuyanî bi de çapemeniyê.

Lê destûr nehat dayîn ku girseya parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Habîp Eksîk jî di nav de, biçin ber avahiya şaredariyê.

Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kiribûn, destûr nedan ku HDP’î nêzî şaredariyê bibin.

Polîsan piştre mudaxileyî girseyê û wekîlan kir.

Back to top button