Tenduristiya Şamê: 42 kesên din bi Coronayê ketin, yek jî mir

Li herêmên Hikûmeta Şamê 42 kesên din bi vîrûsê ketin û 1 kes jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên dawî de, 42 kesên din bi nexweşiya coronayê ketine û 1 kes jî jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê eşkere kir ku 13 kesên din jî baş bûne.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, heya niha jimara nexweşên Corona li seranserî herêmên hikûmeta Şamê gihaşt 4 hezar û 289 kesî, ji wan hezar û 130 kes baş bûne û 203 kes jî mirine.

Back to top button