Li Qamişlo pêşbirka “Nivîskarê Pêşerojê”

Qonaxa sêyemîn a pêşbirka zarokan a bi navê “Nivîskarê Pêşerojê” bi beşdariya 90 zarokî dest pê kir.

Ji bo teşwîqkirina zarokan li ser xwendin û nivîsndinê, desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê di meha Tebaxê de û wek yekem car li ser asta herêmê pêşbirka bi navê “Nivîskarê Pêşerojê” dabû destpêkirin.

Zarokên ji temenê 10 salî heta 17 salî beşdarî pêşbirkê bûn.

Zarokan bi zimanê Erebî û Kurdî berhemên xwe, ji kurteçîrok, nivîs û helbest pêşkêş kirin.

Qonaxa yekemîn û duyemîn a pêşbirkê li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi dawî bûn.

Îro qonaxa sêyemîn a pêşbirkê bi beşdarbûna 90 zarokan dest pê kir, her beşdarekî berhemên xwe li pêşiya komîteyê xwendin.

Ji kesên ku beşdarî pêşbirkê bibûn 12 kes wê werin hilbijartin û navê kesên serkeftî dê di demeke nêzîk de werin ragihandin.

Back to top button