Partiya Komarê ya Kurdistanê li Sûriyê banga hevgirtinê bi gelê Ermenistanê re kir.
Partiya Komerê ya Kurdistanê-Sûriyê piştgiriya xwe bi gelê Ermen û Kurd li Ermenistanê ragihand.
Her wiha piştrast kir ku ew ê li hemberî destwerdana Azebeycanê ya tund ku rejîma Tirk bi awayekî yekser desteka wê dike, li ber xwe bidin.
Partiyê bang li rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlehiyê û tevahiya rêxistinên navneteweyî kir ku bi lez mudexele bikin û rê li pêşiya mudexeleya Tirk bigirin, hêz û çeteyên xwe ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bikişîne.