Meşa dirêj a ciwanên şoreşger a herêma Cizîrê gihaşt navçeya Tirbespiyê

Meşa dirêj a ciwanên şorşeger a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku vê sibehê ji Qamişloyê destpê kir, gihaşt navnçeya Tirbespiyê.

Di çarçoveya piştgiriya pêngava KCK’ê û şermezarkirina komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê meşan li dar dixin.

Meşa ku vê sibê bi 300 ciwanên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din ên herêma Cizîrê ku ji bajarê Qamişlo dest pê kirin gihaşt navçeya Tirbesipiyê.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê û herêmên Şehbayê jî ciwanan bi meşekê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir.

Back to top button