Kinyazê Hemîd: Şer Tirkiyê da destpêkirin

Parlamenterê Kurd ê li Parlamentoya Ermenistanê Kinyazê Hemîd got şerê Ermenistanê û Azerbaycanê piştî ku Tirkiye bi çeteyan re du salan amadekarî kir, daye destpêkirin.

Parlamenterê Kurd ê li Parlamentoya Ermenistanê Kinyazê Hemîd got Qerebaxa Jor a Ermenistanê ye û da zanîn ji beriya bi mehekê ve dewleta Tirk tim Azerbeycan sor dikir, leşker şandin herêmê û amadekariya şer kir û got,

“Dewleta Tirk weke berê xwe xiste şûna Azeriyan hem ji bo ku şer derkeve sor kir û hem jî bi çeteyên ku bi xwe re anî 27’ê Îlonê şer da destpêkirin.”

Hemîd diyar kir şerekî giran li herêmê diqewime û got ji vî şerî gelê Ermenistanê û Azerbaycanê wê pir ziyanê bibîne.

Kinyazê Hemîd têkildarî helwesta Rûsya jî got, bi çend daxuyaniyan sînordar maye, hê rengê xwe diyar nekiriye û di pozîsyoneke pasîf de ye.

Back to top button