Şêniyên bajarê Dêrikê: Fêrbûna bi zimanê dayikê gaveke serketiye

Ji bo naskirina çand û zimanê gelekî, naskirina zimanê dayikê xaleke bingehîn e.
Şêniyên gundên koçerat ên girêdayî herêma Dêrikê diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê fêrbûna bi zimanê dayikê pêngaveke baş û serkeftî ye û ev yek bi rêya şoreşa 19 ‘ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Ji bo naskirina çand û zimanê gelekî, naskirina zimanê dayikê xaleke sereke ye.

Beriya niha li herêmên Bakur û Rojihilatê Sûriyê pêkhateyên li herêmê ji fêrbûna zimanê dayikê bê par mabûn.

Lê bi rêya şoreşa 19 ‘ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev xewn pêk hat:

Malbatên xwendekarên Dêrikê teqez kirin ku Fêrbûna bi zimanê daiykê pêngaveke serkeftî ye.

Şêniyê bi navê Mihemed Murad ji bajarokê Xaneserê ye diyar kir ku xwendina bi her sê zimanan pêngaveke serkeftî û girîng e.

Şêniyên bajarê Dêrikê: Ev xewn bi reya şoreşa 19 Tîrmehê pêk hat

Rêber Kalo yê ji gundê Elî Kamîş e jî bi lêv kir ku yek ji serkeftinên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê fêrbûna bi zimanê dayikê ye

Di dawiyê de şêniyan hevî kir ku gelek zanîngehên din vebin.

Back to top button