Li hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 80 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.
Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên pêketî
7 li Qamişlo, 3 li Amûdê, 49 li Reqa,10 li Minbic, 6 li Tebqa û 5 jî li Kobanê ne
Desteyê her wiha eşkere kir ku zilamekî ji bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest da û 16 kesên din ji vîrûsê baş bûne.
Bi van daneyên dawî re, jimara pêketiyan li herêmê dibe hezar û 791 kes, ji wan 68 kesan jiyana xwe ji dest daye û 476 kes jî baş bûne.