Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê sekreterê xwe yê berê Mam Celal Talebanî bi bîr anî

Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê YNK’ê sekreterê xwe yê berê Mam Celal Talebanî di sêyemîn salvegera koça wî ya dawî bi bîr anî.

Serokomarê berê yê Iraqê û sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talebanî, di 3’ê Cotmeha 2017’an de di temenê xwe yê 84 saliyê de, li bajarê Berlîn yê Almanyayê ji ber nexweşiyekê koça dawî kiribû.

Îro 3 sal bi ser koça dawî ya Mam Celal Talebanî re derbas dibe.

Îsal ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Coronayê, merasîmên bîranînê nehatin lidarxistin.

Lê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê, ji bo hefteyekê ala Herêma Başûrê Kurdistan û YNK’ê heya nîvî anîn xwarê.

Bi heman armancê endamên YNK’ê li çiyayê Giwêje yê bajarê Silêmaniyê dar çandin.

Back to top button