Karayilan: Gerîla wê serkêşiya pêngavê bike

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrad Karyilan derbarê pêngava KCK’ê, rewşa li bakur, başûr û rojava nirxandin kir.

Karayilan diyar kir ku wê gerîla pêşengtiya pêngava KCK’ê ya dema Azadiyê ye bike û got: “Hemû hêzên parastinê di vê pêngavê de wê bi rola pêşeng rabin.”

Karayilan anî ziman ku faşîzma AKP’ê ji pêngava KCK’ê ditirse ku li bakur serhildanê bike ji ber vê yekê zextên li ser civakê jî zêde kiriye.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karyilan têkilî mijarên li rojevê ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Mûrad Karayilan pêngava KCK’ê ya, ‘Bes e ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye’. nirxand û destnîşan kir ku wê gerîla serkêşiya pêngavê bike.

Karayilan wiha got;

Bêguman wê gerîla serkêşî û pêşengiya pêngavê bike.

Em hemû hêzên parastinê di vê pêngavê de em ê bi rola xwe ya pêşeng rabin.

Bicihanîna azdiyê tê maneya azadiya Rêbertî û civakê.

Jixwe ev jî armanca herî mezin a gerîla ye.

Karayilan: 10’ê Cotmehê wê li cîhanê têkoşîna azadiya Rêber Apo geş bibe

Karayilan têkildarî pêngava, Roja Cîhanê ya ji Ocalan re azadî’ ku wê 10’ê Cotmehê pêk were jî ev tişt anî ziman:

Roja 10’ê Cotmehê rojeke watedar e.

Her wiha salvegera Komkujiya Garê ya Enqerê ye.

Li wir mirovên pir hêja şehîd bûn.

Pir wate ye roja şehadetên wiha çêbûne weke Roja Cîhanê ya ji Rêber Apo re Azadî hatiye ragihandin.

Di vê roja girîng de ez bawer wê bibe roja ku li asta cîhanê têkoşîna azadiya Rêber Apo geş bibe.’

Karayilan êrişên li ser HDP’ê ku ji aliyê faşîzma AKP’ê ve pêk tê, weke tolhildana ji neketina Kobanê binav kir û weke sedema duyem jî metirsiya ji AKP’ê ya pêngava KCK’ê bû.

Ji bo ku gelê me li Bakurê Kurdistanê tevlî pêngavê nebe ev seneryo danîne.

B bi zextê dixwazin civakê çavtirsanî dikin.

Armanca wan ew e ku wê fersendê nedin ku bi çarçoveya vê pêngavê kesek tevnegere.

Karayilan: Divê kesek bêdeng nemîne

Karayilan, Servet Tûrgût yê ku leşkerên dewleta tirk ew ji helîkopterê avêtin bi şehîdê şoreşê binav kir û got, divê kesek li dijî vê zilmê bêdeng nemîne.

Karayilan: Dewleta Tirk ditirse ku li Kurdistanê serhildan çêbibe

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk herî pir yekîtiya Kurdan û serhildanan ditirse û wiha domand:

Di vê rewşê de bi mîsogerî divê serhildan were geşkirin.

Bêguman di van şertan de ku zextên polîsan pir giran in serhildan ne rehet e.

Karayilan serhildanên salên 90’î, 91’ê bi bîr xist, û ev nirxandin kir,

Salên 90 û 91’ê her çendî zilma mêtingeriya pir zêde jî bû, di serî de li Nisêbîn û Cizîrê û piştre li hemû Kurdistanê çawa ku serhildan çêbûbûn niha jî hewceyî bi tiştekî wiha heye.

Jixwe pêngaveke rastî encex wiha dikare geş bibe.

Yanî madem ku dijmin ditirse, wê demê divê em jî bi vê çarçoweyê li ser geşkirina serhildanê bisekinin.

Back to top button