Karayilan: Tirkiye dixwaze bi hevkariya PDK’ê Başûr dagir bike

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrad Karayilan di axaftinên xwe de rewşa li Rojava, başûr û berxwedana li Heftenînê jî nirxand.
Karayilan dazanîn ku wê şerê gerîla yê li Heftenînê dijwartir bibe û got:
Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze başrûr dagir bike.
Bi vê yekê jî dixwaze pêşî li bertekên heyî bigre.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan di axaftinên xwe ya ji bo Radyoya Dengê Welat de, rewşa li Rojava, başûr û berxwedana li Heftenînê nirxand.

Murat Karayilan li ser Cenga Heftanînê axivî û wiha got:

Ji bo niha dixwazin rê çêbikin.

Dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin.

Mixabin vê jî dixwazin bi desteka PDK’ê bikin.

Karayilan ev yek weke xeteriyeke ji bo gelê kurd anî ziman u ev tişt got:

Xeta hevkariyê ya li Kurdistanê heyî, rastiya dewleta Tirk a mêtinger radixe berçavan, li dijî vê helwest nayê pêşxistin. Ji xwe dewleta Tirk ji vê sûdê digire, rûyê wê yê rast ê dijberiya li dijî gelê Kurd û statûya gelê Kurd nîşan dide. Dîsa ji ber vê siyaseta hevkariyê, ji xwe dewleta Tirk xwe vedişêre.

Murat Karayilan: Dewleta Tirk li dijî tevahiya gelê Kurde

Fermandarê Biryargeha NPG’ê anî ziman ku dagirker mîna polîtîkayên li başûr kete nava hewldanên xwe nixumandina êrîşên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê.

Bi kurtî ev siyaseteke şaş e, li dijî statûya Rojava ye, ne siyaseteke wisa ye ku di xizmeta gelê Kurd de ye. Ev zelal e; dewleta Tirk li dijî statûya Başûrê Kurdistanê ye. Yên hevkariyên li gel wena dikin heta cihekî diçin; piştî karê wan pê qediya û şûnde tesfiye dikin. Îro jî heman tiştî dikin.

Karayilan: Şerê gerîla yê li Heftanînê wê dijwartir bibe

Karayilan anî ziman ku wê şerê gerîla ya bi mêtingeriya Tirk a li Heftanînê re hîn dijwartir bibe.

Ji ber ku ew dixwazin ji bo herdemî xwe bi cih bikin.

Gerîla jî rê nade ku tu hêz xwe heta hetayî bi cih bike.

Niha jî ji bo gav bi şûn ve bavêjin ketine nava hewldanan.

Ji bo vê jî dixwaze bi rêyan bi Tirkiyê ve bide girêdan.

Karayilan: Dewleta Tirk 300 çete anîne herêmê

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Murat Karayilan dazanîn ku dewlet tirk niha 300 çeteyên xwe ji Sûrî anîne û wiha bidawî kir:

Niha ji Sûriyê 300 çete anîne. Ji xwe berê hinek çeteyên Kurd hebûn. Dîsa çerdevanên bûbûn kontra anîbûn. Bi van bi desteka teknîkê li Heftanînê dixwazin xwe mayînde bikin. Li dijî êrîşan wê berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hê zêdetir xurt bibe. Wê Berxwedana Cenga Heftanînê hê bihêztir mezintir bidome.”

Back to top button