Hisên: Li dijî êrîşên ser herêma Kesk û balafirgehê tedbîr hatine girtin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên li ser biryara Amerîkayê ya vekişandina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê axivîn. Derbarê êrîşên li ser Herêma Kesk û balafirgehê Fûad Hisên diyar kir ku wan tedbîr girtine.

Mike Pompeo û Fûad Hisên bi riya telefonê li ser biryara Amerîkayê ya vekişandina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê û peywendiyên dualî axivîn.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê, Fuad Hisên fikarên xwe li ser biryara vekişandina balyozxaneya Amerîkayê nîşan da.

Hisên eşkere kir ku biryar taybet girêdayî Amerîkayê ye, lê ti berjewendiyên gelê Iraqê tê de nîne.

Fuad Hisên destnîşan kir ku ji bo rawestandina êrîşên ser Herêma Kesk û balafirgehê wan gelek tedbîr girtine û soz da ku di demeke nêz de encamên van redbîran derkevin holê.

Wezîrê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo jî ragihand ku peywendiyên herdu aliyan ji bo wan gelek girîng e.

Back to top button