Serokkomarê Tirkiyê Erdogan carek din gefa dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.
Erdogan bi weşana zindî beşdarî merasîma vekirina Bendava Reyhanli ya li Hatayê bû.
Erdogan di merasîma vekirinê de axivî û gef li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar û îşareta dagirkeriyê da.
Erdogan herêmên aram yên bakurê sûrî weke teror binav kir û got,
Ger li gorî ji mere hatî gotin pêk neyê, wê bixwe pêk bînin.
Ji ber bêdengiya li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Sûrî, Erdogan rojane gefan dixwe.
Li herêmên Sûrî yên mîna Idlib, Efrîn, Bab, Cerablûs, Girê Spî û Serê Kaniyê jiyan li şêniyan kiriye dojeh.
Ev herêm ji ber hovîtî û kiriyarên artêşa tirk û çeteyên wê bûne cihên herî metirsîdar ji bo şêniyên herêmê.
Ev yek jî bûye sedema ku bi sedhezaran kes ji cih û warê xwe koçber bibin.