KCK: Divê bîranên Mam Celal bibe sedema xurtkirina rihê yekîtiya netewî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya sêyemîn salvegera wefata Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî peyamek weşand.
KCK’ê got, “Em ti demê ji bîr nakin ku Mam Celal ji beriya rewşa wî ya tendirustî xirab bibe, ji bo azadiya Rêber Apo amadekirina pêngavak navnetewî dikri. Mixabin di qonaxeke ku herî zêde pêwîstî bi zîrektî û hêza wî ya çareseriyê hebû koça dawî kir.”

Hevserokatiya Konseya Rêvebera a KCK’ê bi boneya sêyemîn salvegera wefata Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî peyamek weşand û dubare sersaxî ji gelê Kurd re xwest.

KCK’ê diyar kir, Mam Celal ji beriya rewşa wî ya tendirustî xirab bibe, ji bo azadiya Rêber Apo li ser amadekirina pêngavek navnetewî dixebitî.

KCK’ê da zanîn ku pêwîste bîranînên Mam Celal bibe sedema xûrtkirina rihê yekîtiya netewî û wiha got,

“Mam Celal Talabanî wek kesayetek pêşengek mezin ê siyasî di sedsala 20’an û 21’an de mora xwe li hemû pêşketinên Kurdistanê û bi taybetî Başûrê Kurdistanê da. Hê ji destpêkê de ew li dijî xeta xiyanetê nûnertiya xeta berxwedaniyê, nûbûn, guhertinan û siyaseta aşitî û demokrasiyê kiriye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê da zanîn Mam Celal ne tenê li Başûrê Kurdistanê, di heman demê de li parçeyên din ên Kurdistanê jî xwedî rol û bi bandor bû û wiha dewam kir;

“Li gorî derfetan her tim alîkariya xebatên rizgariya parçeyên din ên Kurdistanê kiriye. Ji destpêka avabûna PKK’ê ve Mam Celal bi awayek stratejîk û giring li xebata Bakurê Kurdistanê temaşe kiriye. Bi gotina xwe ya dîrokî ‘Bakur Misir a Kurdistanê ye’ asoya çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê rolek diyar û berbiçav dîtiye.”

KCK: Têgihiştina têkoşîna li Mam Celal wê rê li ber gelek pêşketinan veke

KCK’ê diyar kir beriya ku Mam Celal Koça dawî bike ji bo azadiya Rêber Ocalan li ser pêngaveke netewî dixebitî û got,

“Mixabin Mam Celal di qonaxeke ku herî zêde gelê Kurd pêwîstî bi zîrektî û hêza wî ya çareseriyê hebû koça dawî kir. Ger Mam Celal koça dawî nekira niha wê hem Başûrê Kurdistanê hem jî parçên din ên Kurdistanê di astek gelek cûdatir de bûya. Em di wê baweriyê de ne ger niha jî xwedî lêderketin û têgihiştinek baş ji bo têkoşîna Mam Celal were kirin, dikarin rê li ber gelek pêşketinan vekin.”

Back to top button