Li bajarê Babê yê dagirkirî teqînek pêk hat, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku duh bi şev erebeyek bombebarkirî li nêzî nuqteyek çeteyan li bazara Hal a Babê teqiya.
Di encama teqînê de, di nav de çeteyek 2 kes hatin kuştin û zêdeyî 6 kesan jî birîndar bûn.
Li gorî Navenda Belgekirinê, navên kuştî û birîndaran wiha ne:
Îd El-Rezaq Yasîn.
Fadî El-Şalit Mihemed
Ebdullrehman Seqar
Hemûd Hec Birahîm
Hisên El-Mûsa Hilal
Hisên Şelaş
Û Mistefa Cibran..