Çeteyan berhemên zeytûnê yên şêniyekî ji gundê Şêxûtka dizîn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe dest danîn ser darên zeytûnan ên şêniyekî Mabatayê û ew talan kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk berhemên zeytûnên şêniyê bi navê Mihemed Sîdo yê ji gundê Şêxûtka yê Mabatayê dizîn..

Rêxistinê da zanîn jî ku Mihemed ji ber daxwaza mafê xwe kiriye, çeteyan êrîşî wî kiriye, di encamê de jî Mihemed ji êşa re celta li serê wî ket û heta niha metirsî li ser jiyana wî heye.

Çeteyan darên zeytûnê li gundê Coqê birîn

Tevî wê jî dewleta Tirk û çeteyên xwe li gundê Coqê yê navenda bajêr jî bi dehan darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Fewzî Şakîb ê ji gundê Qêsim ê Recoyê birîn.

Li aliyekî din, dewleta Tirk a dagirker biryara desteserkirina tevahî mal û milkên şêniyên resen ên ku koçber bûne, derxist.

Li gel wê jî, li serê her erdekî ku xwediyê wê li Efrînê ye, hezar L.T li ser hatine sepandin.

Çeteyan 2 bijîşkên Kurd ji Efrînê revandin

Li aliyekî din jî malpera çalakvanên Efrînê eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk Dr. Mihemed Ebdo Elî yê ji gundê Tirindê û Dr. Ehmed Mihemed Silêman ji gundê Korka yê Cindirêsê revandin.

Back to top button