KJK’ê soza şopandina rêya Ş. Şeha û rêhevalên wê da

Koordînasyona KJK’ê derbarê fermandara Tevgera Rizgariya Kurdistanê Şaha Dêrikê a ku di encama nexweşiyê de şehîd bûbû, daxuyaniyek da û soza xwedîderketinê û bi cihanîna hestên wê û hemû şahîdan da.

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê fermandara Tevgera Rizgariya Kurdistanê Şaha Dêrikê bi bîr anî û sersaxî ji malbatê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê re xwest.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de got:

Hevrê Şaha zilm û zordariya li Kurdan qebûl nekir û tevlî maratona Azadiya Kurdisatanê bû.

Yek ji taybetmendiyên Ş.Şeha ku xeta rêber Ocalan diparast û bi rê ve dibir.

KJK’ê şehîdbûna Şaha Dêrikê ji bo Tevgera Jinê, weke windahiyeke pir mezin bi nav kir.

Hevrê Şaha li cihekî nedisekinî, bi xwezayê re dijiya, rûken bû, pir ji jiyanê hez dikir û li ber nexweşiya penceşêrê jî li ber xwe da.

Li her dera Kurdistanê kar û xebat kir, li qadên leşkerî û hem jî civakî erk girtiye.

Hevrê Şaha bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, li Efrînê kar kir.

Bi dagirkirina wê jî, birînek mezin di dilê hevrê Şaha de çêbû û tim digot; “Em ê Efrînê rizgar bikin”.

Koordînasyona KJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li jinên ciwan kir ku xwedî li têkoşîna şehîd Şeha derkevin û xwen û xeyalên wê pêk bînin.

KJK’ê her wiha teqez kir ku ew ê li ser şopa şehîd Şeha bimeşin û hemû erk û perpirsyariyên xwe ji bo azadiya Kurdistan û rêber Ocalan bi cih bînin.

Back to top button