HPG: Li Heftenînê leşkerek Tirk hate kuştin

Gerîlayên HPG’ê li Heftenînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sekvaniyê lidarxistin û leşkerek dagirker hate kuştin. Li Çelê ya Colemêrgê jî gerîlayan çalakiyek bibandor pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parvekir.

“1’ê Cotmehê gerîlayan bi çekên ferdî li qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê dan.

Di çalakiyê de kamerayeke mobese û çekek A-4 hatin bêbandorkirin.

2’ê Cotmehê gerîlayan li qada Bektorya ya herêma Heftenînê li dijî dagirkerên li ser Girê Kato Sulê çalakiya sûîqestê kirin.

Di encama çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.”

Back to top button