Dema binçavkirina kesê li Qersê hat dirêjkirin

Dema binçavkirina Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya ku qeyûm li cihê wê hat erkdarkirin û ji peywirê hat girtin jî di nav de, ya 15 kesan wê dirêj bikin.

Ji ber vê yekê sewqî edliyê hatin kirin.

Qeyûmê ku li Şaredariya Qersê hat bicihkirin jî Meclîsa Şaredariyê ya ji endamên 5 partiyan pêk dihat betal kir û hesabê medya civakî ya kurdî ya Şaredariyê jê bir.

Li Qersê, di 1’ê Cotmehê de, polîsan bi ser malên Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca di nav de, Alîkara Hevşaredara Qersê Mûazzez Çagirtekîncî, nûçegihana Demokrat Haber Selda Manduz, siyasetmedar Îzzet Alting, Sabrî Avag, Adem Karatş û Zorba Başkûtlû de girtin û binçavkirin kirin.

Îfade girtina Alîkara Hevşaredara Qersê Mûazzez Çagrtekîncî, nûçegihana Demokrat Haber Selda Manduz, siyasetmedar Îzzet Alting, Sabrî Avag, Adem Karatş û Zorba Başkûtlû yên li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû.

Lê Hevşaredara Qersê jî di nav de, îfadeya 15 kesan hîna jî nehatiye girtin.

21 kesên li ewlekariyê bûn sewqî edliyê hatin kirin. Hat hîn bûn ku dozger wê îfadeya 6 kesên li midûriyeta polîsan îfade dabûn bigire û dema binçavkirina Hevseroka Qersê Şevîn Alaca û 14 kesên din wê bê dirêj bike.

Qeyûmê Qersê meclisa ji 5 partiyan pêk tê betal kir û hesabê kurdî jê bir

Qeyûmê tayînî Şaredariya Qersê hat kirin Walî Turker Oksuz, Meclîsa Şaredariyê ya ji endamên 5 partiyan pêk dihat betal kir û hesabê medya civakî ya kurdî ya Şaredariyê jê bir.

Hat hînbûn ku qeyûm Oksuz, di heman demê de Meclîsa Şaredariyê ya ji 25 kesan pêk dihat betal kiriye.

Meclîsa Şaredariyê ji 10 endamên HDP’ê, 5 CHP’ê, 4 MHP’ê, 3 AKP’ê, 2 DSP’ê û yên din jî, ji endamên serbixwe pêk dihat.

67 hilbijêrên swîsreyî banga serbest berdana HDP’yîyan kirin

Bertekên li dijî girtina 17 siyasetmedarên HDP’ê yên ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatin girtin, dewam dikin.

67 hilbijêrên ji 4 partiyên cuda yên Swîsreyî, bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê û girtina siyasetmedaran dan.

Endamên Parlamento û Konseya Dewletê ya Swîsre di nav de 67 hilbijêran, di daxuyaniya hevpar a weşandin de.

Hilbijêrên Swîsreyî banga divê tavilê siyasetmedarên girtî bên berdan kirin.

Back to top button