Bi dirûşma “Ji bo jiyaneke xwezayî ber bi civaka çandiniyê ya komînal ve” 4`emîn civîna salane ya Rêveberiya Giştî a Çandinî û Sewalkariyê ya herêma Cizîrê li dar ket.
Civîn bi tevlîbûna Hevserok, endam û komîteyên çandiniyê li hola Meclisa Zagonsaz a navçeya Amûde pêk hat.
Di civînê de hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilat Sûriyê Silêman Barudo axivî û destnîşan kir ku ji warên ku herî zêde rastî talakirinê hatiye warê çandiniyê ye.
Barudo anî ziman ku tevî dorpêç û derfetên kêm jî lê Rêveberiya Xweser desteka warê çandinî û aborî kir, hewl da rêgezên girîng deyne, da ku asta çandiniyê pêş bixe.
Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yunis jî axivî û rewşa çandinî bi giştî nirxand.
Piştî axaftinan perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî pêşxistina civaka çandinî ya komînal hatin xwendin.
Her weha raporên salane hatin xwendin û nirxandin.
Tê payîn civîn 2 rojan dewam bike.