Serokê hikûmeta Şamê Beşar El-Esed careke din xwe ji berpirsyartiya peydakirina ewlehiya li Sûriyê da alî û got ku şandeya Şamê mijarên girêdayî aramiya li Sûriyê gotûbêj nake.
Beşar El-Esed li gel kanala zevîzda ya Rûsî derbarê komîteya destûrî de axivî.
Esed got ku şandeya Şamê li Cinêvê mijara ewlehiyê li Sûriyê nîqaş nake û wiha dewam kir;
Tirkiyê û Amerîka û hevalbendên wan bi rengekî cidî guh nadin karê komîteya destûrî.
Daxwazên wan ew e ku dewleta Sûriyê lawaz bikin.
Tê zanîn ku hikûmeta Şamê bi rê û rêbazên cuda hewl dide xwe sedemkarê peydabûna aloziya li welêt nebîne.
Samih Şukrî: Divê rê li ber rêxistinên terorîst û aliyên ku piştgiriya wan dikin were girtin
Wezîrê karê derve yê Misirê Samih Şukrî jî derbarê çareseriya aloziya Sûriyê de got:
Çareseriya aloziya ji parastina axa Sûriyê ji parçekirinê û serxwebûna biryara wê ya niştîmanî dest pê dike.
Samih Şukirî bi rêya telefonê li gel nûnerê taybet ê NY li Sûriyê Gîr Pedirson axivî.
Şukirî da zanîn ku divê rê li ber rêxistinên terorîst û dewletên ku piştgiya wan dikin, were girtin.