Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 79 kesên din bi Corona ketin

Li hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 79 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û 10 kesên din jî baş bûn.

Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên pêketî..

  • 22 li Reqa
  • 11 li Hesekê
  • 11 jî li Kobanê 
  • 10 li Dêrik
  • 9 li Tebqa
  • 7 li Girkê Legê
  • 4 li Minbic
  • 3 li Qamişlo
  • 1 li Amûdê
  • 1 li Tirpêsbiyê

Desteyê her wiha eşkere kir ku 10 kesên din ji vîrûsê baş bûne.

Bi van daneyên dawî re, jimara pêketiyan li herêmê dibe hezar û 918 kes, ji wan 69 kesan jiyana xwe ji dest daye û 496 kes jî baş bûne.

Back to top button