Aloziya Lîbyayê..Îro civîna Berlîn 2 tê lidarxistin

Di demekê de ku civînên aliyên Lîbî li bajarê Bûzinîqa yê Mexribê dewam dikin, îro li Berlînê jî civînek taybet ji bo rewşa Lîbyayê tê lidarxistin.
Li Qahîrayê jî, Serokê Parlamena Lîbî Uqeyle Salih, bi balyozê Amerîkî li Lîbyayê re dicive.

Civîna Berlîn 2 ya ji bo Lîbyayê îro piştî nîvro tê lidarxistin.

Civîn wê bi rêya girêdaneke televizyonî pêk were, tê de wê hemû aliyên civîna Berlînê, tevî her 6 cîranên Lîbya û dewletên komîteya şopandinê mîna Swîsra û Netherland (Holanda) jî, bêşdar bibin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê diyar kir ku armnca vê civînê, destekdayîna pêkanîna biryarên civîna yekem a Berlînê ye.

Ev yek di demekê de tê ku aliyên Lîbî, civînên xwe li bajarê Bûzinîqe yê Mexribê, ku ji dezgehên ragihandinê re girtî ye, dewam dikin.

Salih bi balyozê Amerîkî li Lîbyayê re dicive

Di heman çarçoveyê de, çavkanîne Lîbî eşkere kir ku Serokê Parlamena Lîbî Uqeyle Salih, wê li Qahîrayê, bi balyozê Amerîkî li Lîbyayê Richard Norland re, pêşketinên li Lîbyayê nîqaş bike.

Balyozxaneya Amerîkî li Lîbyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku balyozê Amerîkî hevdîtin bi gelek serkirdeyên Misirî re kir, da ku destekê bidin diyalogên siyasî yên Lîbî.

Çavakniyan jî eşkere kir ku hevdîtinên balyozê Amerîkî li Qahîrayê, mijara yekkirina dezgeha leşkerî ya Lîbî nîqaş kir û di vê derbarê de bi rêveberê Istixbarata cengî ya Misirê re civiya.

Erdogan careke din teqeziyê li ser piştgiriya Wîfaqê dike

Li aliyekî din, serokê hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî Fayiz Serac serdana Tirkiyê kir ku bi serokkomarê Tirkiyê Erdogan re civiya.

Di civînê de, Erdogan teqezî li ser piştgiriya hikumeta Wîfaqê û dewamkirina lihevkirinên di navbera her du aliyan de kir.

Di nava 6 hefteyan de, ev duyemîn serdana Serac bo Stenbolê ye.

Back to top button