Salvegera 6. a şehadeta Arîn Mîrkan

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê şehîd Arîn Mîrkan bi bîr anî û got:” Em weke şopdarên Arîn Mîrkan, tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê napejirînin, li gorî soza ku me daye şehîd Arîn, em ê heya dawiyê têkoşînê bikin û xwedî li pêngava azadiyê derkevin.”

Bi boneya 6’mîn salvegera şehadeta Arîn Mîrkan, Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, em şehîd Arîn Mîrkan bi jiyana wê ya şoreşgerî û çalakiya wê ya ku li cîhanê deng veda, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hevrê Arîn bi rêgeza welatparêziyê ya bîrdoziya rizgariya jinê, dil û mêjiyê xwe ava kiribû.

Arîn bû mîrateya jinên Kurd ên leheng û hêza rêxistinkirî ya jinên Rojhilata Navîn.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hevrê Arîn ji bo jinan û tevahî gelan bû nexşerêya parastina ax û welat ku:

Ji bo gelê Kurd ê bi salan di bin siya dagirkeriyê de dijiya, bû hilmek ji azadiyê û ji bo neyarên gelê Kurd ku li benda mizgîniya ketina Kobanê bûn, bû bersiveke mezin. Bi vî rengî hevrê Arîn Mîrkan tola herî mezin ji dijminê Kurdan, Erdogan û çeteyên DAIŞ’ê girt.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê got:

Avakirin û mezinbûna YPJ’ê îlhama xwe ya herî mezin ji pêşengên wekî Rêvan Kobanê, Zehra Penaber, Destîna Qendîl, Jiyan Rojhilat, Gulan Batman û Arîn Mîrkanan girt. Hevrê Arîn bi çalakiya xwe wîjdanê mirovahiyê şiyar kir û ji her deverên cîhanê bi sedan kesên azadîxwaz cihê xwe di refên YPJ û YPG’ê de girt.

Em wek şopdarên Arîn Mîrkanan pêngava “Dem dema azadiyê ye” silav dikin û dibêjin em ê li gorî soza ku me daye Arînan heya dawî têkoşînê bikin û xwedî li vê pêngavê derkevin.

Back to top button