Yekîtiya Jinên Ciwan kongreya xwe ya 4’emîn sibe li dar dixe

Yekîtiya Jinên Ciwan bi diruşmeya “Bi rêxistina jinên ciwan em ê dagirkeriyê têk bibin”, kongreya xwe ya 4’emîn sibe li dar dixe. 

Endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Hesekê û endama komîteya amadekar Jînda Elî diyar kir ku armanca lidarxistina kongreyê geşkirina birêxistina jinên ciwan, zanabûn û aftîvkirina rola wê di tevahî aliyan de ye.

Li gorî Jînda Elî, di plannameya xebata kongreyê de, rapora 2 salên borî wê were xwendin û rêziknameya Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê were nîqaşkirin.

Her wiha wê bibe şansê bilindkirina têkoşînê ji bo rakirina tecrîda girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan.

Back to top button