Wail Mîrza: Helwestên navnetewî hiştin Tirkiyê sûcên xwe dewam bike

Endamê Meclisa Serokatî ya MSD’ê Wail Mîrza diyar kir ku derengmayîna cîhan û hêzên cîhanî der barê naskirina qirkirina Osmanî ya li dijî gelan de, hişt ku dewleta Tirk heta roja me ya îro sûcên xwe dewam bike.

Wail Mîrza diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van destwerdanan, guhartina demografiya herêman e.

Li gorî Wail Mîrza heke dewleta Tirk aştiya mayînde bi dewletên cîran re bixwaze, bila bizane ku aştî bi şer û têkbirina mafên gelan pêk nayê.

Endamê Meclisa Serokatî ya MSD’ê Wail Mîrza teqez kir ku divê hêzên cîhanî yên îdîa dikin ew parastina mafên mirovan û aştiyê dikin, mukur werin ku dewleta Tirk piştevanê yekemîn ê terora li herêmê ye.

Back to top button