Tirkiye keştiya xwe ya lêgerîna xazê ji peravên Qibrisê vekişand

Keştiya lêgerîna xazê ya Tirkiyê, duh ji cihê xwe yê li beramber peravên Qubrisê vekişiya û ber bi bendergehên Tirkiyê kete rê.

Bi vê yekê, Tirkiye bo cara duyemîn, keştiya xwe ji Rojhilatê Deryaya Spî vedikişîne.

Ev keştî li xaza xwezayî digeriya, bêyî ku erêkirinê ji hikûmeta Qibrisê bigire.

Berpirsiyarên Qibrisî got:

“Kes nizane bê berê vê keştiyê li ku ye, lê eger tevgera xwe wisa dewam bike, dibe ku ev nîşaneyek sivikkirina tengijînê be.”

Îna borî, YE di civîna li Brukselê de, nameyek tund nîşanî Tirkiyê da, her wiha gefa sepandina cezayan lê xwar, eger tevgera xwe ya ne rewa li ava Qibrisê ranewestîne.

Back to top button