QSD’ê li bajroka Zîban a Dêra Zorê 8 çete di nav de 3 serçete girtin

Li bajaroka Zîban ê gundewarên başûrê Dêra Zorê, QSD’ê operasyoneke lêgerînê li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anî.

Di encamê de 3 jê serçete, 8 çete hatin girtin.

Operasyona lêgerînê li ser daxwaza şêx û nûnerên eşîrên Dêra zorê pêk hat.

QSD’ê di operasyona li bajaroka Zîbande û gundê wê de 3 jê serçete 8 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Ji çeteyên ku hatine girtin;

M.D. berpirsê zekatê yê DAIŞ ê,

S.L. serçeteyê darayî yê DAIŞ ‘ê

û C.A. berpirsê karê suîqastan li gundê Dêra Zorê ye.

Her wiha QSD`ê depoyên çekan ên çeteyan, çend bombe û çekên kalaşnîkov bi dest xistin.

4’ê Hezîranê jî QSD`ê hemleya Tunekirina Terorê li başûrê Hesekê û Baku-rojhilatê Dêra zorê dabû despêkirin.

Di encama oparasyona hefteyê dewam kir de, 115 çete hatibûn girtin.

Back to top button