Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji navçeyên Mabata û Şera yên Efrînê 7 sivîl revandin.
Navenda belgekirina binpêkirinan li Bakur Sûriyê ragihand ku çeteyên dagirkeriya Tirk bi ser malên navenda navçeya Mabeta girt û jinek di nav de 6 sivîl, revandin.
Navên kesên ku hatin revandin weha ne wan;
Leyle Reşîd Qerendel
Wail Cemîl Colo
Mihemed Elî Bîlel
Izet Evdîko Mixtar
Elî Him Zêno
Hikmet Memiş
Navendê diyar kir ku çeteyan ji gundê Meydankê yê Şera jî, şêniyê bi navê Reşîd Şêxo Cebir revand.
Artêşa Tirk li derdora bargehên xwe darên zeytûnê dibirin
Li aliyê din, bi armanca mayîndekirina bargehên xwe, artêşa dagirkeriya Tirkiyê darên zeytûnê li gundê Kaxrê yê Mabata dibirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk darên zeytûnê yên şêniyan birîn.
Rêxistinê da zanîn ku artêşa Tirk beriya niha jî 500 darên zeytûnê yên li herêmê birîbûn.