Nîkol Paşînyan: Tirkiye piştî sed sal dixwaze qirkirina Ermenan dewam bike

Şerê Ermenîstan û Azerbeycanê yê li ser Qerebaxê dewam dike û Tirkiye jî piştigiriya bi Azerbeycanê re didomîne.
Serokwezîrê Ermenîstanê got, “Tirkiye ji bo ku piştî sed sal qirkirina Ermenîyan dewam bike berê xwe daye herêma Qafqasyayê.”
Serokkomarê Azerbeycanê jî ji bo rawestandina şer hin şertên xwe danî holê.

Şerê Ermenîstan û Azerbeycanê yê li ser Qerebaxa Çiyayî tevî hemû bangên agirbestê jî dewam dike. Di şer de her du alî jî çekên giran bikartînîn.

Heta niha ji her du aliyan bi sedan kuştî hene. Her du alî jî hevdu bi êrîşên li dijî cihên sivîlan tawanbar dikin.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ji New York Times re axivî û diyar kir, ger Trump nexweş neketiba wê li ser mijara Qerebaxê hevdîtin bikirana.

Her wiha Paşînyan ji rojnameya Bild a Alman re jî têkildarî şerê li Qerebaxê axivî. Paşînyan diyar kir, dewleta Tirk terorîstên ji Sûriyê ji bo li dijî Ermenîstanê şer bikin şandiye Qerebaxê û got, “Ev yek tenê pirsgirêkeke herêmî nîne, pirsgirêkeke cîhanê ye jî.”

Paşînyan da zanîn ku artêşa Tirk jî beşdarî şer buye û wiha got, “Tirkiye polîtîkayên emperyalîst dimeşîne. Ev yek li Behra Spî, Rojhilata Navîn û Lîbyayê jî tê dîtin.”

Nîkol Paşînyan anî ziman, Tirkiye ji bo ku piştî sed sal careke din qirkirina Ermenîyan dewam bike berê xwe daye herêma Qafqasyayê.

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Alîyev jî, ji bo ku operasyona leşkerî bi dawî bibe hin şert danî hole.

Alîyev ji Ermenîstanê xwest ku dîroka vekişîna ji Qerebaxê diyar bike û ji serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî xwest ku yekbûna xaka Azerbeycanê nas bike û ji gelê Azerbeycanê lêborînê bixwaze.

Hollande: Em li dijî Tirkiyê tiştekî nekin, îro li Qerebaxê ye sibê li balkanan e

Têkildarî şerê li Qerebaxê Serokkomarê berê yê Fransayê Françoîs Hollande jî li paytext Parîsê ji civaka Ermenî re axivî.

Hollande, diyar kir, ji ber piştigiriya bi Azerbeycanê re divê li Tirkiyê ceza werin birrîn û got, “Divê hebûna Tirkiyê ya li NATO’yê were nîqaşkirin.”

Hollande, pirsa, “Destwerdanên Tirkiyê wê heta kengî dewam bikin” kir û got, “Eger em tiştekî nekin, îro Ermenîstan û Qerebax e sibê dibe ku Balkan be.”

Françoîs Hollande bang li hêzên navnetewî kir cezayan li Tirkiyê bibirre.

NATO: Pirsgirêka Qerebaxê bi leşkerî çareser nabe

Li aliyê din, Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawuşoglû li Enqerê civîneke çapemeniyê pêk anîn.

Çavûşoglu di civînê de îdia kir Ermenîstan bi fuzeyan êrîşî sivîlan dike.

Sekretêrê Giştî yê NATO’yê jî diyar kir ji zêdebûna êrîşan ew bi fikar in û da zanîn ku divê şer rojek berê bi dawî bibe û got, pirsgirêka Qerebaxê bi rêyên leşkerî çareser nabe.

Back to top button